Li Îsraîlê paketa reforma dadwerî a binakok

Parlamentoya Îsraîlê dengdana li ser reforma dadwerî ya binakok pêk tîne.
Reform, desthilatên Dadgeha Bilind kêm dike.
Hêrsa Îsraîliyan a li dijî vê paketa reformê jî kêm nabe.

Meclisa Îsraîlê dengdana li ser xalên krîtîk ên reforma dadrêsiyê didomîne.

Ev yek tevî nerazîbûnên zêde yên welatiyan jî pêk tê.

Xala ku îmkan da Parlamento (Knessetê) ku biryarên Dadgeha Bilind bi piraniyek hêsan betal bike, dengdana yekem derbas kir.

Di parlamena Îsraîlê de paketa reformê tê erêkirin

Di dengdana nîvê şevê de ji 120 parlamenteran 61 parlamenterî dengê erê da guhertinê.

Ev guhertin di heman demê de rayeya Dadgeha Bilind a betalkirina qanûnên ku ji aliyê parlamentoyê ve hatine derxistin, bi hinceta nedestûrî ne, sînordar dike.

Ji bo qanûnek li dadgehê bê betalkirin divê ji 15 dadgeran 12 deng bên dayîn.

Ji bo ku guhertin piştî dengdana yekem bikeve meriyetê, di meclîsê de dengdana duyemîn û sêyemîn pêwîst e.

Knessetê maddeyeke din pejirand ku berî guhertina qanûnê, jikardûrxistina Serokwezîr zehmet dibû.

Li gorî vê yekê, ji bo jikardûrxistina serokwezîr, pêwîstî bi erêkirina sê parên parlemanê heye.

Tê texmînkirin ku ev guhertin, jikardûrxistina serokwezîr Benjamin Netanyahu, ji ber dosyaya bertîlxwarinê, hêsantir bike.

Hikûmeta nû ya koalîsyonê ya Îsraîlê, bi serokatiya Netanyahu ku ji partiyên ultra-ortodoks û rastgirên tund pêk tê, reforma xwe ya dadrêsî di Çileyê de pêşkêş kir.

Bi hinceta ku daraza serbixwe qels kir û cudabûna hêzan ji holê rakir, reform 10 hefteyan li Îsraîlê bû sedema protestoyan.

Netanyahu û Wezîrê Dadê Yariv Levin îşaretê bi wê yekê dikin, ku reform ji bo ji nûve avakirina hevsengiya di navbera hilbijartî û Desteya Dadweriyê ya Bilind de, pêdivî ye.

Reform her wiha desthilata hikûmetê ya ji bo tayînkirina dadweran zêde dike.

Herzog: Em di rewşeke pir xerab de ne

Serokê Îsraîlê Isaq Herzog şevê din got:

“Em di rewşeke pir xerab de ne.”

Herzog xîtabî hem alîgir û hem jî dijberên reformê kir û ev tişt anî ziman:

Ji bo ku Îsraîl ji krîzê derkeve, divê her tişt bi lihevkirinê bê kirin.

Herzog her wiha roja Pêncşemê ev reform, wekî “gefekê li ser bingehên demokrasiyê” binav kiribû.

Back to top button