Rapora Rêxistina Navnetewî ya Efû: Çavê min teqiya

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî rapora xwe ya bi navê “My Eye Leed” ango “Çavê Min Teqiya” parve kir.
Rêxistinê balkişand li ser fîşekên pişastîk yên ji aliyê polîsan ve têne karanîn û got:
Birîndarkirina çavan zêde bûye.

Rêxistina Efû ya Navnetewî di raporta xwe ya bi navê “Çavê min teqiya” parve kir.

Di rapora îro hate weşandin de, rexne li rêbazên hêzên ewlehiyê yên li seranserê cîhanê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan kir.

Rêxistinê di raporta xwe de daxwaza bicihanîna rêgezên tundtir di warê bazirganî û bikaranîna çekan de kir.

Taybet fîşekên pilastîk û gaza rondikrêj.

Rêxistinê bal kişand ser ziyanên wan çekan ku bi “kêm kuştinê” tên binavkirin.

Di raporê de hat gotin;

Bikaranîna van çekan ji bo tepeserkirina xwepêşandanan bûye sedema “birînên giran” û heta mirinan.

Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hat gotin;

Bikaranîna van çekan di salên dawî de her ku diçe asayî bûye.

“Bi hezaran xwepêşandêr û kesên ku beşdarî xwenîşandanê nebûne seqet bûne û bi dehan kes mirin e.

Ew jî ji ber ku hêzên ewlekarîyê gelek caran ‘bi bêhurmetî û bêrêkûpêk’ çekên kêmkujer bikar tînin.”

Di raporê de hat destnîşankirin ku “birînên çavan bi awayekî metirsîdar zêde bûne” û hin xwepêşander çavên xwe kor bûne.

Rapora rêxistinê bi daneyên ku di 5 salên dawî de ji 30 welatan hatine bidestxistin hat amadekirin.

Di raporên binpêkirinê de navê Tirkiyê her heye

Di nexşeya înteraktîf a li ser malpera Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de 2 bûyerên li Tirkiyê jî cih girtin.

Di çalakiyên piştî 19’ê Tebaxa 2019’an yên li dijî qeyûmên li şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê hatin lidarxistin de, birîndarbûna parlamenterên HDP’ê jî weke mînak hate nîşandan.

Li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan di sala 2013’an de li Tirkiyê di çalakiyên Geziyê de 13 kesan di encama mudaxeleya polîsan de çavên xwe kor bûn.

Di raporê de ji bilî Şîlî, li welatên wekî DYA, Kolombiya, Fransa, Ekvador, Xezze, Îran, Iraq, Sûdan, Tûnis û Venezuelayê jî bûyer hatine lêkolînkirin.

Di raporê de hişyariya Komîsyona Mafên Mirovan a NY ya derbarê çekên “kêm kujer” de jî cih girt.

Back to top button