Li Swîsre û Fransayê tecrîd hate şermezarkirin

Ciwan, li bajarê Basel ê Swîsreyê û Parîs û Marîgnane yên Fransayê, ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, daketin qadan.

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê ciwanên şoreşger ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveya kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê” de çalakî li dar xist.

Li lîstigeha navendî ya trenan, li pey pankartê li ser “Azadî ji bo Rêber APO” nivîsandî, ciwan hatin ba hev û piştî rêzgirtina bi deqeyekê li vê derê, daxuyaniyeke bi Elmanî da.

Ciwanan, diyar kir ku divê kes ji dewleta dagirker tiştke hevî neke û li dijî pergala wiya faşîst ku milet perîşan kiriye têbikoşe.

Li bajarê Marignan ê Fransayê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi heman armancê çalakiyek lidarxist.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi meşekê hate protestokirin.

Girse, heta şaredariya Drance a bajêr meşiya û bang li Konseya Ewropayê li dijî tecrîdê bi erka xwe rabibe.

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Back to top button