Li Tirkiyê bi nêzbûna hilbijartinê ve tifaqê di navbera partiyan de jî zelal dibin.
Partiya ÎYÎ namzetiya Kiliçdaroglu qebûl nekir û xwe ji tifaqa Mileta vekişand.
ÎYÎ partî doh bi daxuyaniyekê qutbûna xwe ji tifaqê ragihand.
Seroka ÎYÎ partî Meral akşener, derbarê mijarê de daxuyanî da û got:
“5 partiyan tenê li navê Kemal Kiliçdaroglu, nêrînên xwe diyar kirin
Kiliçdaroglu: Bila fikar bi gelê me re çênebe emê Erdogan têk bibin
Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû destnîşan kir ku berpirsiyariyên wan ên dîrokî hene û got:
“Hêviya min ew e ku em hemû rengan vexwînin ser yek sifreyê. Li şûna rabûna hin kesan, divê em bikin ku hemû reng li ser sifreyekî rûnên.
Bila fikar bi gelê mre çênebin. Em ê bi her awayî Erdogan têk bibin. Bawer bikin, em ê têk bibin.”
Herwiha HDP’e ragihand ku ew ê îro derbarê mijarê daxuyaniyekê bide