Seûl û Tokyo: Koreya Bakur moşekek balistîk ceriband

Koreya Başûr û Japonya ragihandin ku Koreya Bakur du mûşekên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtine.

Serfermandariya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand ku ceribandin di saetên siharê de ji başûrê rojavayê herêma Jangyonê hatine kirin.

Hat diyarkirin ku fuzeyên balîstîk ên menzîla kurt (SRBM) piştî ku bêtirî 600 kîlometreyî bi navberekî li hewayê çûye li Derya Japonya (Deryaya Rojhilat) ketine.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Hamada Yasukazu got;

Mûşekên mijara gotinê li derveyî herêma aborî ya taybet a neteweyî ya Japonyayê ketine.

Serokwezîrê Japonyayê Kişîda Fumio di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêma moşek lê ketine xisarek li hêmanên keştiyê nebûye.

Rêveberiya Tokyo dibêje bi rêya van ceribandinan, rêveberiya Pyongyangê dikare provokasyonên xwe yên li herêmê zêde bike.

Hêjayî gotinê ye ku ev ceribandin piştî tetbîqata “Mertala Azadiyê” ku doh ji aliyê artêşa Koreya Başûr û Amerîkayê ve hatibû destpêkirin û tê plankirin ku heta 23’ê Adarê bidome, pêk hat.

Di daxuyaniya Koreya Başûr ya li ser tetbîqatê de wiha hat gotin:

“Ev tetbîqatek e ku li ser bingeha plana operasyonê ya hevpar a ku ji bo parastina Koreya Başûr li hember êrişên muhtemel ên ji hêla Bakur ve hatî çêkirin e.”

Back to top button