HPG: Li Sêrtê stasyona bazê hat bê bandorkirin

Li bajarê Sêrt a bakurê Kurdistanê gerîlayan li dijî stasyona bazê çalakiyek pêk anîn û stasyon hate bêbandorkirin.
Li Heftenîn ya başûrê kurdistanê jî gerîla derbên xurt li dagirkeran didin.
Gerîla TV, dîmenê çalakiya 17’ê Tebaxê ya li qada Xantûrê ku 7 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatibûn kuştin weşand.

Li bakur û başûrê Kurdistanê gerîlayên HPG û YJA Starê çalakiyên xwe berfireh kirine.

Di çalakiyên rojane têne lidarxistin de derb li ser derbê li artêşa tirk a dagirker tê xistin.

Herî dawî gerîlayan li dijî stasyona Bazê ya li Sêrtê çalakiyek pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî bi raya giştî re parve kir.

27’ê Tebaxê gerîlayan li navçeya Hawêl a Sêrtê li dijî stasyoneke bazê çalakiya sabotajê kirin.

Di encamê de stasyona bazê bi temamî hate bêkêrkirin.

HPG’ê diyar kir ku heman rojê balefirên şer yê artêşa tirk a dagirker bombe li qada Cîlo ya Biçûk a herêma Zapê barandiye.

Ji ber vê bombebaranê tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Gerîla Tv dîmenê çalakiya li xantûrê ku 7 leşker hatibûn kuştin weşand

Li herêma Heftenîn ya başûrê kurdistanê jî gerîla bi çalakiyan xwe artêşa tirk ji hev xistiye.

Gerîla Tv jî dimenê çalakî û têkçûna dagirkeriyê li ser xaka kurdistanê bi raya giştî re parve dike.

Gerîla Tv dîmenê çalakiya 17’ê Tebaxê ya li qada Xantûrê ku 7 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatibûn kuştin bi raya giştî re parve kir.

HPG’ê jî li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû.

17’ê Tebaxê gerîlayên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li qada Navsera Xantûrê çalakî kirin.

Di encamê de 7 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Back to top button