Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pîrozbahiyên sersalê tevgereke ewlehiyê ya zêde heye.
Hêzên Parastina Civakî yê li Kobanê jî weke hemû bajaran, ji bo parastina ewlehiya bajêr û şêniyan tedbîrên ewlekariyê zêde kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî-HPC li bajarê Kobanê beriya sersalê li Kobanê û gundewarên wê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Her wiha endamên xwe li rêyên sereke û deriyên têketina bajêr û bajarokan belav kirin.
Hevseroka Hêzên Parastina Civakî yê bajarokê Şêranê Cemîle Xelîl destnîşan kir ku tevî şert û mercên zivistanê, ji bo ewlehiyê bi sedan endamên parastinê li kantonê belav bûne.
Cemîle Xelîl bang li welatiyan kir ku di parastina ewlehiya bajêr û gundan de bi hêzên wan re bibin alîkar û di pîrozbahiyên sersalê de hişyar bin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Firatê jî bi daxuyaniyekê bang li gel û hêzên leşkerî û yên ewlehiyê kiribû ku di pîrozbahiyên sersalê de guleyan neteqînin.