Îran: Krîza li Yemenê bi rêya siyasî dikare were çareserkirin

Wezarê Karên Derve ya Îranê Mihemed Cewad Zarîf got, bi rêya siyasî dikare dawî li krîza li Yemenê were.

Wezareta Karên Derve ya Îranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Zarîf di dema serdana xwe ya li Ummanê de, bi Serkêşê Danustandinan a Husiyan Mihemed Ebduselam re civiyaye.

Zarîf diyar kir ku krîza li Yemenê ku 6 sale lidare dikare bi rêya siyasî çareser bibe.

Lê li welat şer qet ranaweste.

Back to top button