Tirkiye welatê Ewropa yê herî zêde karker lê dimrin e

Li nava YE, Tirkiye welatê yekeme. Ji xwe ev her xwana wê ye ku yekem be.

Lê yekembûna wê di aliyê ne-parastina mafê karkeran de ye. Tenê di nava 2020’an de zêdeyî 2 hezar û 400 karker di encama qezayên kar de mirine.

Rojane hema bêje herî kêm 4 karker ji ber qezayên kar dimirin. Ji xwe bêkarî û hejariya li welat bi serê xwe mijarek cuda ye.

Hişiyarên parastina ji qazayan zêde ne, lê tedbîrên parastina jiyana karkeran kême .

Bi awayekî rojane li seranserî cîhanê karker ji ber qazayên kar jiyana xwe ji dest didin.

Her sal li gorî sala beriya xwe jimar zêdetir dibe.

Li gorî daneyên Eurostat, Daîreya Îstatîstîkan a Fermî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Şîrketa Ewlekariya Civakî SGK, di lîsteya welatên ku herî zêde mirov di qazayên pîşeyî de jiyana xwe ji dest didin, Tirkiye tê.

Li gorî daneyên 2018 yên Yekîtiya Ewropayê ku ji 27 welatan pêk tê , qazayên pîşeyî herê zêde li Almaniya pêk hatiye.

Li Almaniya welatê bihêztirîn yê aboriya Ewropayê, sala 2018’an 877 hezar û 501 qeza rû dane.

Di encamê de, 397 kes jiyana xwe ji dest dane.

Li Romaniya ku welatê herî feqîr yê Y E ye 2018’an, 4hezar û 623 qazayên pîşeyî pêk hatine û 235 kes mirine.

Li gorî vê rêjeyê, di 2210 qezayên li Almaniyayê kesek, li Romaniya jî di her 20 qezayan de karkerk jiyana xwe ji dest daye.

Her li nava welatên YE, Feransa welatê herî zêde qazayên kojerî lê qewime ye.

Sala 2018, 615 kes mirin.

Li gorî daneyên Eurostat, hejmara karkerên di qezayên pîşeyî yên li 27 welatên YE de jiyana xwe ji dest dane bi giştî 3 hezar û 332 kesin.

Li gorî daneyên saziyên ewlekariya civakî ya li Tirkiyê jî, sala 2018’an 430 hezar û 985 qezyên pîşeyî rû dane, ji wan 1541 qazayên kojerî bûn.

Di her 280 qezayan de kesek miriye.

Bi awayekî rojane herî kêm 4 karker di qezayan de dimirin.

2020’an zêdeyî 2427 karker mirine

Li gorî rapora Meclisa Tenduristî û Ewlekariya Kar ISIG, di sala 2018’an de ne kêmî 1923 karker mirine.

2020’an jî ne kêmî 2427 kes jiyana xwe ji dest dane.

Pispor dubarebûna qazayên pîşeyî yên li Tirkiyê, bi pirsgirêkên çavdêriyê ve girê didin.

Back to top button