Dagirkeriya Tirk gundên Eyn Îsa û Minbicê topbaran kirin

Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wê dîsan gundewarên Eyn Îsa û rêya M4 bi dijwarî topbaran kir.


Artêşa Qirker û çeteyên wê, dûh êvarê gundê Dibis , Cidêdê , Muelek , rêya M4 û Xwaringeha Seqir ên Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kirin.

Di heman demê de balafirên keşfê li ser gundewarê rojavayê navçeyê û rêya M4 digerin.

Ji ber topbaranê ziyanên madî gihiştin milkên welatiyan.

Artêşa dagirker di heman demê de gûndewarê Minbijê jî topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirka dagirker ji baregha li gundê Qîrata gundê Toxarê topbaran kir.

Di daxuaniyê de hate diyarkirin ku artêşa qirker ji baregeha xwe ya li gundê Toxara Mezin ê bakurê bajar, zêdeyî 10 top avît gundên Hoşeriyê û Toxara Biçûk ên bakur-rojhilatê bajarê Minbicê.

Di encama topbaranê de ziyanek mezin gîhîşt mal û milkên welatiyan.

Back to top button