MSD: Divê derbarê sûcên ku rejîma Tirk li Efrînê pêk tîne, lêkolîn were vekirin

MSD’ê, Kongra Star û Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi wesîleya salvegera êrişên li ser Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk şermezarkirin. Di daxuyaniyan de hat xwestin ku dagirkeriya li dewleta Tirk bê dawî kirin û banga li civata Navnetewî, bi taybetî Amerîka û Rûsyayê hate kirin ku erka xwe bi cih bînin.

Salvegera êrişên dagirkirina Efrînê bi daxuyaniyan hatin şeremezarkirin.

Bi boneya vê rojê Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê daxuyaniyek da û bibîr xist ku dewleta Tirk di êrişa dagirkirinê de hemû cure çek bi kar anîn, lê li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî hat raberkirin.

MSD’ê kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ên li Efrînê ên weke kuştin, îşkencekirin, revandin, talankirin û desteserkirina mal û milkên şiniyan şermezarkirin.

MSD’ê diyar kir ku divê derbarê sûcên ku rejîma Tirk li Efrîna dagirkirî pêk tîne, lêkolîn were vekirin.

Di dawiyê MSD’ê bang li civata navneteweyî û dewletên Ereb kir ku li dijî siyasetên dewleta Tirk berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û derbarê sûcên ku rejîma Tirk li Efrîna dagirkirî pêk tîne, lêkolîn were vekirin.

Kongra Star banga derxistina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê kir

Koordînasyona Kongra Star jî derbarê salvegera êrişên dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxiyaniyê de êriş û kirinên dewleta Tirk li dijî Efrînê, her wiha bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî dewleta Tirk dagirker hat şermezar kirin.

Kongra Star da zanîn 4 sal in dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû sûc û kiryarên kirêt li dijî xak û xwezaya Efrînê û nirxên mirovahiyê pêk tînin û got,

“Bi de hezaran koçberên Efrînî li li nêzî Efrînê di bin hemû şert û mercên xerab de li ber xwe didin da ku vegerin Efrînê.”

Di dawiyê de Kongra Star bang li civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û dewlet Tirk a dagirker ji Efrînê derxin.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Divê dagirkeriya Tirkiyê bê bidawîkirin

Têkildarî salvegera 4’an a êrişa li ser Efrînê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Meclisê diyar kir Efrîn buye girtîgeheke mezin ku tê de hemû sûcê hovane tên kirin û bi taybetî li dijî jinan bipêkirinû sûcên şer tên kirin.

Di dawiya de Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li civaka navnetewî bi taybetî Amerîka û Rûsyayê kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku dawî li dagirkeriya xwe ya li ser Efrînê û hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî bîne.

Back to top button