Li Minbicê çeteyekî DAIŞ’ê ku xwe radest nekir û gule li hêzên Ewlehiyê reşandin, hat kuştin û miqdareke çek û cebilxane jî hatin bidestxistin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî operasona dawî ya Yekîneyên Antî Terorê , daxuyaniyek weşand.
Navenda ragihandinê di daxuyaniyê de ev agahî hatin bi par ve kirin:
“Yekîneyên Antî Teror a Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn,
operasyonek li dijî endamekî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê pêk anî.
Navê çete, Ehmed Hesen ji gundê Medne Mezin a li rojavayê bajarê Minbicê ye .
19`ê Çileya 2022’an de piştî komkirina agahiyan, Yekîneyên Antî Terorî bi ser mala wî de girtin.
Tevî bangên xweradestkirinê jî, çete gule berdan û şer derket.
Di encamê de çete hat kuştin û miqdareke çek jî hatin bidestxistin.”