DANÛSTANDINÊN LI ENQERYÊ DER BARÊ ”HERÊMA EWLE” DE BÊ LIHEVKIRINEKÊ BIDAWÎ BÛN

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk ragihand ku ji bo Herêma Ewle ya ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyê ava bike, dewleta Tirk û Emerîkayê li hev nekirin.

Piştî bidawîbûna danûstandinên navbera nûnerê taybet ê Emerîka ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Xilusî Akar li Enqereyê, Mevlud Çaouşuglo axivî.

Li gorî Ajansa Reutersê, Çaouşuglo diyar kir ku wan û Jeffrey ji bo herêma ewle ya ku dewleta Tirk dixwaze li hev nekirin.

Çaouşuglo destnîşan kir ku pêşinyarên Emerîkayê ji bo herêma ewle nehatin pejirandin, lewre ji bo hêzên ku vê herêmê kontrol bikin û rûbera wê lihevkirin pêk nehat.

Ev sê roj in nûnerê taybet ê Emerîka ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey ji bo gotûbêjkirina herêma ewle ya ku dewleta Tirk dixwaze, li Enqereyê ye.

Serdana Jeffrey ji Enqereyê re li ser daxwaz û bangewaziye Tirkiyê pêk hat.

 

Leave a Reply

Back to top button