Hêzên Têkoşîna Li Dijî Sûcên Rêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn du bazirganên çekan li Til Birakê girtin.
Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku 3’ê Sibatê li gundê Um Rûs ê bajarokê Til Birakê du bazirganên çekan girtin.
Hêzên Ewlekariya Hûndirin diyar kirin ku bi bazirganan re miqdarek çek û cebilxane hatin girtin.
Rêveberên Têkoşîna li Dijî Sûcên rêxistinkirî ya bajarokê Til Birakê, diyar kir ku di lêpirsînê de herdu bazirgan li xwe mukar hatin û di encamê de ew sewqî dadgehê hatin kirin.