Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê guhertina demografiyê dike

Dewleta Tirk ya dagirker li Efrînê bi riya Rêxistinên Îxwanî yên bi navên “Xeyr” avahiyên mêtingehiyê ava dike û koçberan lê bi cih dike.
Her wiha çeteyên dewleta Tirk ya dagirker li Efrînê astengdarek û 3 welatiyên din revandin.
Li Stenbolê jî MÎT’a Tirk sê hunermendên Efrînî, revandin.

Dewleta Tirk ya dagirker û rêxistinên Îxwanî guhertina demografîk li Efrînê ya dagirkirî didomînin.

Di çarçoveya guhertina demografîk de, rêxistinên Îxwanî yên bi navên “Xeyr” a ku ji bo dewleta Tirk ya dagirker dixebite, avahiyên mêtingeh li Efrînê ava dike û koçberan lê bi cih dike.

Saziya ‘Wefa El Muhsenîn’ avahiyek ku ji 34 malan pêk tê, li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ava kir û koçber lê bi cih kirin.

Her wiha saziyê beriya çend hefteyan dest bi avakirina pirojeyeke din kiriye.

Bi vê yekê re dixwazin nasnameya Efrînê ya resen biguherînin, gelê kurd ji wir derxînin û Efrînê tevlî axa Tirkiyê bikin.

Back to top button