Rêxistina Dabîn ya ji bo Mafê Mirov: Di cihên kar de destdirêjiyên li ser jinan zêde bûne

Rêxistina Dabîn ya ji bo Mafên Mirov, semînerek ji bo jinên di nava rêxistinan de kar dikin lidarxist. Di semînerê de hate gotin ku her çiqas bîlançoyek zelal liber dest nebe jî, lê ji dozên jinan diyar dibe ku destdirêjiyên di cihên kar de li ser jinan tên kirin zêde bûne.

Semîner li Xwaringeha Dawa ya li Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Dabîn a bi hevkariya Rêxistina Internews bi slogana ‘Di cihên kar de rûbirûbûna destdirêjiyên zayendî’ hate dayîn.

Nêzî 30 jinên ji rêxistinên cûda yên jinan tevil bûn dan çêkirin.

Mamostaya Beşa Komelnasî ya Zanîngehê Jiya Ebas, di derbarê di cihên kar de destdirêjiya li ser jinan tê kirin û çawaniya rûbirûbûna wê mijarek hate pêşkêş kir.

Piştre jî Parêzer Soma Yasîn têkildarî aliyê yasayî yê rûbirûbûna van bûyeran axivî.

Yek ji amadekarên semînerê Pawan Ehmed, da zanîn her çiqas di derbarê destdirêjiyan de bîlançoyek zelal li ber dest de nine jî, lê destdirêjiya di cihên kar de roj bi roj zêdetir dibe.

Back to top button