Taybet Acet: Divê her kes rabe ser piyan

Çalakiyên Nobeta Edaletê yên malbatê girtiyan Wan, Amed, Edene û Mersînê di roja 11’de didome.
Çalakgerên Nobeta Edaletê axivîn û diyar kirin ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin û heya tecrîta Îmraliyê neşkê wê çalakiya xwe bidomînin.

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 18’an de didome.

Li gel destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê li Amed, Wan, Edene, Mersîn û Stenbolê jî bi pêşengiya malbatên girtiyan çalakiya Nobeta Edaletê hatiye destpêkirin.

Çalakiya nobetê li bajarê Amed, Wan, Edene û Mersînê di roja 11’an li bajarê Stenbolê jî di roja 2’an de didome.

Malbatên girtiyan ê li Botanê diyar kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan in û bang li her kesî kirin ku erka xwe ya mirovahiyê pêk bînin.

Dayika girtiyê bi navê Mustafa Acet, Taybet Acetê diyar kir ku li dijî tecrîdê helwest nişandan erka her kurdekî aşitixwaz e.

Nebahat Îşçî: Divê em li ber girtîgehan çalakiyan bikin

Dayika girtiyê nexweş Naîf Îşçî, Nebahat Îşçiyê jî berxwedana girtîgehan slav kir û got mifteya çareseiye birêz Ocalane

Esmer Tûnç: dawî li vê tecrîdê bînin

Dayika Şehîd Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin Esmer Tûnç jî axivî û got:

“Dewletên navneteweyî jî dizanin ku tecrîdeke çawa li ser me ye, lêbelê xwe bêdeng dikin.

Ev sê sal in ku ji serokê 50 milyon însanî agahî nayê girtin.

Ma ev mirovahî ye? Em naxwazin ku xwîn birije bila dawî li vê tecrîdê bînin.”

Malbatên girtiyan: Em bibin yek û tecrîdê bişkînin

Back to top button