Bi aramanca bazirganî û firotina daran, çete birîna darên Efrînê didomîne, herî dawî 100 darên li gundê Tirinde yê Efrînê, hatin birîn
Malpera Afrînê Post raghand ku, çeteyên Cebiha El-Şamiyê li gundê Tirinde yê Efrînê 100 dar birîn.
Tevî îdiyên meclisên dagarikeriyê li Efrînê ku birîna daran qedexekiriye lê bi awayekî rojan e dar tên birîn û li navada Efrînê tê firotin.
Li aliyekî din jî çete mal û milkên şêniyan desteser dikin, çeteyên Ceyş El-Şerqiyê li ser riya navçeya Cidêrisê 6 dikan desteser kirin.
Afrînê Post diyar kir ku çeteyan ew dikanên desteserkirine veguherandin dikanên çilên “bala”.