Jina Êzidî Necla Ismaîl ji çeteyan rizgar bû

Jina êzidî a bi navê Necla Seîd Ismaîl piştî xwe ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, xwe radestî hêzên asayîşa jinê a li bajarê Hesekê.

Jina êzidî a bi navê Necla Seîd Ismaîl a 23’ê salî ji gundê Til Qeseb ji çeteyan hat rizgarkirin.

Mala êzidiyan diyar kir ku jina êzidî Necla Seîd Ismaîl piştî xwe ji çeteyan rizagr kir berê 2 rojan xwe radestî hêzên asayîşa jinê a bajarê hesekê kir.

Hêzên Asayîşê piştî ku nasname û cihê wê naskir, radestî mal êzidiyan kirin da ku mala êzdiyan jî wê bighînin malbata wê.

Mala êzidiyan spasiya hêzên asyîşê a herêma cizîrê kir ku ji bo jin û zarokên êzidî bi wan re dibin alîkar da ku wan bighînin malbatên wan yên li şengalê.

Back to top button