Hikûmeta Şamê destûr bikaranîa 2 deriyên sînorî dirêj kir

Hikumeta Şamê destûra bikaranîna deriyên sînor ên Bab El Selame û Raî yên di bin serweriya çeteyên dewleta Tirk de 3 mehên din dirêj kir.

Nûnerê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Besam Sebax di postekê de ku li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kiriye got:

Welatê wî destûra Neteweyên Yekbûyî daye ya bikranîna deriyên sînor ên Bab El Selame û Raî heta 13’ê Tebaxê dirêj kir.

Piştî erdeja ku di encama wê de zêdetirî 50 hezar kes li Sûriye û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest da, Beşar Esed vekirina her du deriyan ji bo sê mehan erê kir.”

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ragihand ku wan ji hikumeta Şamê xwestine ku dema vekirina her du deriyan ji bo derbaskirina alîkariyan dirêj bike.

Back to top button