QSD’ê bi operasyonekê çeteyekî DAIŞ’ê li Reqayê girt

Operasyonên QSD’ê ên bi armanca ewlehî û aramiyan herêmê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, dewam dikin.
QSD’ê di vê çarçoveyê de, li Reqayê çeteyekî DAIŞ’î girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Yekîneyên Taybet ên QSD’ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî li gundê Hawî El Hewa yê rojavayê Tepqayê li dijî çeteyekî DAIŞ’ê operasyonek kirin.

Di encamê de, çete hate girtin û pê re gelek belgeyên sexte û amûrên peywendiyê hatin desteserkirin.”

QSD’ê da zanîn ku çeteyê hatiye girtin deste wî di hêsankirina tevgerên şaneyên DAIŞ’ê de heye û ji bo wan desteka lojistîk û pere dikir.

Di dawiyê de, QSD’ê diyar kir ku dê ji bo ewlehî û aramiya herêmê xebatên xwe dewam dikin.

Back to top button