Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Dêrazorê 44 girtiyên ku destê wan di rijandina xwîna gelê sûriyê de tuneye serbest berdan.
Îro di saet 16:00’an li devera Teleya Zîrayê ya bakurê bajarê Minbicê teqîneke rû da û şewat pêk hat.
Tîmên agirkujê û ambulancê berê xwe dan cihê teqînê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê jî têkildarî teqînê ev agahî da;
Îro êrîşkarekî bi erebeyeke bombebarkirî li nêzî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Hawarê” ya bakurê rojhilatê bajêr xwe teqand.
Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd û 10 kes birîndar bûn.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyan kir ku li ser hr tevgereke bi goman wan agahdar bikin.