Hewldanên dewleta Tirk ên berfirehkirina dagirkeriya xwe ya li herêmê didomin.
Dewleta Tirk a dagirker piştî şandina çeteyan ber bi Lîbyayê ve, vê carê jî serçeteyan ji Efrîn û Ezazê, derbasî Heleb û Lubnanê dike.
Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand, ku komek serçeteyên dewleta Tirk, ji Efrîn û Ezazê derbasî Helebê bûne.
Malperê da zanîn ku piranî jê serçeteyên koma ‘El-Hemzat’ ên Turkmen in, ku navenda wan jî li gundê Beradê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ye.
Malperê diyar kir ku, hebûna çeteyan ji nû ve li Helebê, metirsîdar e, nexasim ku hîna jî li bajêr, şaneyên veşartî yên çeteyan hene.
Navên serçeteyên Tirk jî wiha ne:
Hesen Îlzem
Ebû Tahir Şerbo
Esed Şerbo
Yûsif Şerbo
Se’îd Şerbo
Hisên Ebû Kenan
Hesen Fewzî Ehrec
Fûad Hisên
Ehmed Elî Hemze
Her wiha di dema dawiyê de, bi destê dewleta Tirk, li bajarê Trablûs ê Lubnanê, tevlihevî rû didin.
Di dema serdana balyozê Tirk ê li Lubnanê bo bajarokê El- Ebde de, ji ber rakirina ala Tirk, pevçûn di navbera komekê û Artêşa Lubnanê de derket.