Li Japonyayê 13 kes wenda bûne û hişyariya lehî û erdhejan hat kirin

Li Japonyayê, di encama barana zêde de, lehî rabû û heta niha 13 kes wenda bûne.

Ajansa hewa ya Japonyayê jî hişyariya derketina lehî û erdhejan da.

Hikûmeta Japonyayê, ji ber barana zêde, ferman da 75 hezar kesî ku ji malên xwe derkevin.

Li gorî kanala televîzyona NHK, tevgera tirênan li herêmê hatiye rawestandin.

Back to top button