Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî peymana dagirkirina Şengalê û çalakiya ji bo destekdayîna Asayişa Êzidxanê di roja 35’an de bi biryardarî didome.
Saziya Malbatên Şehîdan, îro serdana konê berxwedanê kir.
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, li bin konê çalakiyê, bi daxuyaniyekê daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Armanca çetên DAIŞ’ê ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, tunekirina çand û baweriya Êzidiyan bû.
Peymana 9’ê Cotmehî jî berdewamiya wê fermanê ye.
Wek civaka Êzidî bi ti şêwazî carek din em peymanan li ser xwe qebûl nekin.
Em ê sala 2021’an bikin sala berxwedan û serkeftina xweseriya Şengalê.”
Endama TAJÊ’ê Pakîze Calal jî axivî û got: “Em ê heta dawiyê li pişta asayişa xwe bin.
Heta îrada asayîşa me were qebûl-kirin emê dev ji çalakiyên xwe bernedin.”