Çalakiya greva birçîbûnê dewam dike

Çalakiyên gireva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan ku li zîndanên Tirkiyê hatine destpêkirin ket roja xwe ya 40’î. Çalakiya Mexmûrê jî di roja 19’an de didiome.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji aliyê girtiyên PKK û PAJK’ê ve li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û binpêkirina mafan di 27’ê Mijdarê hatibû destpêkirin didome.

Çalakî bi koma 8’an di roja 40’emîn de didome.

Girtîyên doza MLKP’ê jî du bi rêya malbatên xwe dan ragihandin ku ji bo ku piştgirîyê bidin gireva birçîbûbê dê 7’ê Kanûnê de 5 roja dest bi gireva birçîbûnê bikin.

Li ber girtîgeha Bakirkoyê ji bo greva birçîbûnê çalaki hatin li darxistin

Ji bo balê bikişînin ser grêva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Imraliyê li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Endam û rêveberên HDP, HDK, MATUHAY-DER û DBP’ê jî di daxuyaniyê de amadebûn.

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum di daxuyaniya çapemeniyê de axivî da zanîn ku li vî welatî tecrîda ku li Girtîgeha Imraliyê dest pê kirî li hemû welêt belav bûye. Girtîgeh bûne êşkencexane.

Gulum diyar kir ku divê ew ji girtîgehên grêva birçîbûnê re bibin deng û got;

Di pêvajoya vîrosa korona de cenazeyê gelek girtiyan ji girtîgehan derketin. Girtîgeh bûne ‘malên komkujiyê’.

Zuleyha Gulum ji bo grêvên birçîbûnê yên li girtîgehan banga hestiyarbûnê kir, ji bo rakirina tecrîda li Imraliyê xwest ku desthilatdarî zûka gavan bavêje.

Li Yewnanîstanê jî li Kampa Lavrîo doh gireva birçîbûnê hat destpêkirin.

“Heta azadiya Rêber Ocalan em ê di nava çalakiyan de bin”

Li Mexmûrê jî çalakiya greva birçîbûnê bi koma 10’an di roja 19’an de dewam dike.

Li ser navê koma 9’emîn Çimen Bîlen axivî got:

Ji bo piştgiriya girtiyên zîndanan em beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bibin.

Heta ku em bigihijin armanca xwe heta dawiyê em ê bi hemû curên çalakiyan li ber xwe bidin.

Back to top button