Tirkiyê biryara xwe ya rawestandina geştên asîmanî ya ji bo Silêmaniyê dirêj kir

Waliyê Silêmaniyê ragihand ku Tirkiye carek din geştên asmanî yên welatê xwe li ser balafirxaneya Silêmaniyê girt ku dihat payîn îro ew biryar bi dawî bibe.

Wezareta Derve ya Tirkiyê geştên hewayî yên welatê xwe yên ji bo Balafirxaneya Navnetewî ya Silêmaniyê ji 3’yê Nîsana îsal girtiye.

Biryara dewleta Tirk ya ji bo balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê Tîrmehê ango îro bû.

Dewleta Tirk ragihandibû ku piştî 3’yê Tîrmehê ewê biryarek nû bidin.

Li gorî biryara Tirkiyê dihat payîn îro biryara qedexeya geştên asmanî ya Tirkiyê bi dawî bibe.

Tirkiyê geştên asîmanî ya ji bo Silêmaniyê heta 3’yê Çileya 2024’an rawestand

Derbarê mijarê de waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir daxuyaniyek çapemeniyê da.

Heval Ebûbekir ragihand ku dewleta Tirk carek din geştên asîmanî yên Tirkiyê ên ji bo balafirxaneya Silêmaniyê girtiye û got:

“Tirkiyê biryara xwe ya ji bo rawstandina geştên asîmanî ya ji balafirxaneya Silêmaniyê heya 3’yê Çileya 2024’an dirêjkir.”

Back to top button