Li sînorê Ermenîstan-Azerbeycanê şerekî dijwar despê kir

Li xeta sînorê Êrîvan û Bakuyê carke din şerekî dijwar despê kir.
Di demekî ku rêveberên Ermenîstanê li paytextê kom bûn de, heta niha bêtirî 49 leşkerên Ermen hatine kuştin.
Serokwezîrê Ermenîstanê di saetên despêka rojê de bi lîderên rojhilat û rojavayî re ket nava peywendiyê.

Ji dawiya Îlona 2020’an ve, rewşa li herêma Qerebaxa Çiyayî aloz e.

Her çiqasî şer bi serketina hêzên Azerî ya wê demê bidawî bû jî lê aloziyê her dewam kir.

Di nava salên derbasbûyî de, her ji herêmê agahiyên şer dihatin ragihandin.

Herî kêm 49 leşkerên Ermen hatin kuştin

Di dawiyê de hat ragihandin ku şerekî dijwar li ser sînor derket.

Li gorî agahiyên despêkê 49 leşkerên Ermen hatine kuştin.

Tê gotin ji Azerbeycanê jî kuştî hene.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê di daxuyaniya xwe de got,

“Roja Sêşemê saet 00:05’an de, Azerbeycanê bi top û çekên qalibê mezin li dijî çeperên artêşa Ermenîstanê yên li ser bajarên Gorîs, Sotk û Yermûkê bombebaraneke dijwar pêk anî.”

Hemwextî vê yekê balafirên bêmirov bikar aniye.

Lê Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê Ermenîstanê bi “çalakiyên wêranker ên mezin” li nêzî sînorên bajarên Daşkesan, Kelbecar û Laçînê sûcdar kir:

Di daxuyaniyê de bêyî ku agahî bên dayîn, hat gotin,

“Di nava leşkerên (Azerbaycanê) de kuştî û birîndar hene.”

Piştî ku êrîşan dest pê kir du saet şûnde hikumeta Ermenistanê li Êrîvanê kom bû.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi telefonê bi Serokê Dewleta Rûsyayê bi Vladimir Putin, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron û Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Antony Blînken re axivî.

Herdu welatên cîran di salên 1990-2020’an de ji bo herêma Qerebaxa Çiya du caran ketin nava şer.

Di şerê 2020’an de derket û 44 rojan dom kir de bêtirî 6 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Şerê ku Azerbeycanê jî ji bo wê piştevanî ji Tirkiyê wergirt, bi navbeynkariya Rûsyayê bi agirbestê bi dawî bû.

Di encama peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Moskovayê pêk hat, Azerbeycanê beşeke girîng ji axa di bin kontrola Ermenîstanê ya li Qerebaxa Çiya de paşde girt.

Rûsyayê jî hêzên aştiyê li herêmê bi cih kir.

Lê belê li herêmê alozî dewam kir.

Ji bo ev alozî bi dawî bibe, di navbera aliyan de li Brukselê hevdîtin hatin kirin.

Aliyan li ser peymana aştiyê ya paşerojê jî li hev kirin.

Di şerê 1990’an de jî nêzî 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button