Li Iraqê tevgera gel dixwaze Çalagerekî bike Serokwezîr

Li Iraqê ji aliyekî ve hewldanên ji bo avakirina hikumetê didomin, li aliyê din jî girseyên gel ên dadikevin qadan dixwazin çalakgerekî bikin serokwezîr.

Her wiha li gorî agahiyan Amerîka li baregeha xwe ya Eyn Esed sîstema parastina hewayî (Patrîot) bi cih dike.

Careke din li gelek bajarên Iraqê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li bajarê Kerbela yê li başûrê welêt, xwendekaran wêneyê çalakgerekî bi navê Alaa el Rîkabî hildan û ji bo serokwezîrê pêşniyar kirin.

Rîkabî ku dermankarek e, li bajarê Nasiriyeyê yek ji fîgurên tevgera protestoyê ye.

Roja pêncşemê ji bo pêşniyara serokwezaretiyê Rîkabî got :

Eger gel bi vî rengî biryarê bide ez ê qebûl bikim.

Li alîkî din ve karên Mûhammed Allawî yê weke Serokwezîr hatiye destnîşankirin ên ji bo avakirina hikumeta nû dewam dikin.

Xwepêşandanên li Iraqê ji 1’ê Cotmeha 2019’an ve dewam dike.

Heta niha nêzî 600 kesî jiyana xwe ji dest dane û derdora 30 hezar xwepêşandêr jî birîndar bûne.

Amerîka bi awayekî veşartî sîstema patrîot li Iraqê bi cih dike

Tevî parlamentoyê Iraqê biryar da ku hemû hêzên biyanî ji Iraqê derkevin, lê hîn jî bi taybet hêzên Amerîka û dewleta Tirk gelek hêzên din di nava xaka Iraqê dene.

Tê gotin li şûna Amerîka ji Iraqê derkeve, cihê xwe û baregehên xwe yên leşkerî qayîm dike.

Amerîka li baregeha xwe ya Eyn Esed sîstema parastina hewayî (Patrîot) bi cih dike.

Endamê lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamentoya Iraqê Kerîm Elewî da zanîn ku li gorî agahiyên wan bi destxistine, Amerîka bi awayek veşartî dest bi danîna sîstema Patriotê kiriye.

Li gorî çapemeniya Amerîka, Wezareta Parastinê li ser zêdekirina leşkerên xwe yên li Iraqê bi israre.

Ji bo vê tê gotin wê 400 leşker ji bo sîstema Patriot bişîne Iraqê.

Zêdetirî 6 hezar leşkerên Amerîka li Iraqê hene.

Beşek ji wan alîkariya leşkerên Iraqê dikin û beşê din jî li sefaretxane û baregehên Amerîkayê dene.

Back to top button