Piştî Ewn Dadatê, artêşa dewleta Tirkî ya dagirker gundê El-Masî yê Minbicê topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Minbicê ya Leşkerî ragihand ku artêşa Tirkî ya dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Ereb Hesen yê Biçûk, gundê El-Masî yê bakurê Minbicê yê tije sivîl topbaran kir.
Heya niha ti agahiyên der barê jimara topên avêtî û ziyanan de nehatine bidestxistin.
Berî gundê El-Masî jî bi çend saetan, dagirkeriyê gundê Ewn Dadatê yê Minbicê dabû ber topan.
Li gorî agahiyan, herî kêm 10 top li gund ketin û der barê ziyanan de, ti agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.