Kongreya Star şaxê Libnanê banga azadiya Leyla Guven kir

Kongreya Star şaxê Libnanê diyar kir ku cezayê girtinê ê li dijî Leyla Guven berdewamiya siyaseta faşîst a hikumeta AKP`ê ye.

Endamên Kongreya Star yên şaxê Libnanê bi daxuyaniyekê girtina hevseroka KCD û parlamentra Colemêrgê Leyla Guven şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev girtin qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Hat diyar kirin ku armanca vê cezayê şikandina vîna gel e, nexasim vîna jinên berxwedêr û têkoşer.

Kongra Star di dawiyê de, piştgiriya xwe ji tevahî jinên têkoşer li gelemperiya Rojhilata Navîn nîşan da û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku sûcên dermirovî ên li dijî têkoşerên di girtîgehan de, bi dawî bikin.

Back to top button