WELÎD EL-MUELIM: DEWLETA TIRK PEYMANA IDLIBÊ PÊK NEANÎ Û SEBIRA ME BISÎNOR E

Li kîjan welatî behsa krîzekê tê kirin, Dewleta Tirk di nav de ye..
Herî dawî wezîrê karê Derve yê Rêjîma Sûrî Welîd El-Muelim Erdogan bi piştgirê terorê bi nav kir û got, Dewleta Tirk peymana Idlibê pêk neaniye.

Welîd El-Muelim kongreyeke Çapemniyê bi wezîrê Karê derve yê Venezuela Xorxê Arîyasa re pêk anî..

El Muelim bal kişand ser rewşa Idlibê û diyar kir ku, Tirkiyê peymana Sotçî li Idlbiê pêk neaniye û got..

Sînorek ji sebra me re heye, divê ew dever were paqijkirin û agahiyên Rûsya jî ji vê yekê ye..

17 Îlona sala borî Rûsya û Tirkiyê peymana Sotçî a qaşo herêmêeke bê-çek li Idlibê ava bikinb pêk hatibû..

Lê heta niha jî Tirkiye nekarîbû Komên Çete razî bike..

ERDOGAN PIŞTGIRIYA TERORÊ DIKE, LEWMA DI HILBIJARTINAN DE BI BIN KET

Wezîrê karê derve yê Rêjîma Sûrî Welîd El-Muelim Dewleta Tirk bi detekara terorê bi nav kir û ev tişt anî ziman.

Siyaseta dijminane û piştgiriya Serokê Tirkiyê ji terorê re di hilbijartina herêmî de diyar bû û muxalefet bi ser ket..

Leave a Reply

Back to top button