Mihemed Salim: Ev qutkirin wê qeyrana aborî girantir bike

Serokê Yekîtiya Cotkarên Reqayê Mihemed Salim diyar kir ku qutkirina ava çemê Firatê di radeya yekemîn de gelê herêmê dike armanc.

Mihemed Salim qutbûna ava çemê Firatê bi “nebûna jiyanê” pênase kir û destnîşan kir ku wê herêm li hember karesateke mirovî ya rasteqîn, rû bi rû bimîne.

Li gorî Serokê Yekîtiyê, kêmbûna rêjeya ava Firatê bandorek neyînî li tevahî aliyên jiyanî dike, her wiha wê qeyrana aborî girantir bike.

Serokê Yekîtiya Cotkarên Reqayê Mihemed Salim bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku li gorî qanûnan tev bigere.

Back to top button