Artêşa Emerîka sîstema frakansên S 400’ên Rûsî ku li balefirgeha Hmeymim a Sûriyê ne bidest xistin.
Li gorî nûçeya Free News a Rûsî balefirek Emrîkî ya ji cureya بوينج P-8 بوسيدون Boeing P-8 Poseidon a keşfê li nêzî baregeha Hmeymim ya Sûriyê geriyaye û sîstema frakansan a S 400’ên Rûsî bidest xistiye.
Pîlotê Rûsî Yurî Sntnik jî ev îdia piştrast kir û got:
Balefireke Emerîka li ser herêmê geriyaye û frakansên S 400’an bi dest xistiye.
Lê heta niha ev frakans ji aliyê Emerîka ve ne hatine zelalkirin.
Tê gotin, ger emerîka ev kodên S 400’ên Rûsî deşifre bike, wê demê wê bikarin bi awayekî hêsan xwe ji xeteriya sîstema S 400 a Rûsî biparêze.
Ev yek jî wê bandoreke xwe ya neyînî li sîstema parastinê ya Rûsî û aboriya wê jî bike.