NATO: Êrişek li dijî Ûkrayna wê ji bo Rûsya berdêlek giran be

Piştî gefxwarinên eşkere yên Serokdewletê Rûsya Putin ku ji bo Ûkraynayê kirî, çav ziviriyabûn li ser NATO û DYA.

Piştî gefên Putin, ji NATO jî bersiv hat.

Sekreterê Giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg got,

Tevî Ûkrayna em ê ji mafê tu welatekî li Ewropayê, ku riya xwe hilbijêrin tawîz nedin.

Jens Stoltenberg di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Romanyayê Nicolae Ciuca re li baregeha NATOyê ya li Brukselê li dar xist de, bersiva pirseke derbarê pêşniyarên Rûsyayê yên ji bo garantiyên ewlehiyê da.

Stoltenberg diyar kir ku hevalbendên NATO yê di mijara Rûsyayê de xwedî nêzîkatiyeke yekgirtî ne û ev tişt anî ziman:

Helwesta êrîşkar a li hemberî Ûkraynayê wê ji bo Rûsyayê berdêlek giran hebe, lê ew ji bo diyalogeke watedar jî amade ne.

Bi taybetî di demên tengezariyê yên mîna niha de, rûniştin û gotûbêj kirin, dîtina rêyek ji bo kêmkirina aloziyê û dûrketina ji zêdebûna aloziyê girîngtir e.

15’ê Kanûnê Rûsyayê ragihandibû ku pêşniyarên xwe yên ji bo garantiyên ewlehiyê yên cuda pêşkêşî Amerîka û NATOyê kirine.

Serokdewletê Rûsya Putin jî dibêje, ji derveyî peymanên garantiya demdirêj wê Moskowa ti peymanê nepejirîne.

Back to top button