Ji ber êrişên Îsraîlê wê balafirgeh 48 saet were girtin

Vê sibê artêşa Îsraîlê bi moşekan êrişî başûrê Şamê kir.
Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî ji ber êrişan wê 48″an girtî bimîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku vê sibehê Artêşa Îsraîlê balafirgeha Şamê ya Navneteweyî kir armanc.

Navendê da zanîn ku êrişê de depoyên cebilxaneyên komên Îranê yên li herêma Balafirgeha Şamê ya Navneteweyî hatine hedef girtin.

Çavdêriyê eşkere kir ku çend leşkerên komên Îranê di êrişê de birîndar bûne.

Li ser vê yekê rêwî hatin agahdarkirin ku rêwîtiyên xwe heta 48 saetan bi paş ve bixin.

Back to top button