Caziya Horan: Divê PDK’ dev ji hevkariya dewleta Tirk a li dijî Êzîdiyan berde

Jinên Êzîdê yên ji Rojava têkildarî êrişên li ser Şengal û diwarê ji aliyê hukumeta Iraqê ve hatiye lê kirin dibêji: Em ê ti carî nehêlin ku careke din komkojiya 2014’an li ser Êzîdiyan dubare bibe. Li dijî hemû plan û siyasetên qirkirinê ew ê li ber xwe bidin û piştgiriya Şengalê bikin.

Artêşa Iraqê di 18’ê Nîsanê de dîwarek di navbera Şengal û Rojava de lê kir.

Ev jî bû sedema hêrs û nerazîbûnên mezin.

Lêkirina dîwar, yek ji bendên peymana 9’ê Cotmehê ye ku di navbera PDK’ê û hikometa Iraqê bi erêkirina dewleta Tirk hatiye îmzekirin.

Caziye Horan a ji êzidiyên Tirbespiyê ye diyar kir ku hikumeta Kazimî û PDK’ê hevkariya dewleta Tirk dikin da ku dosyayê qirkirina civaka Êzidî temam bikin.

Caziye Horan bang li PDK’ê kir dev ji xeta îxaneta û hevkariya bi dagirkeriya Tirk li dijî êzidiyan berde.

Mejdolîn Elî: Em ê nehêlin fermaneke din bi serê Êzîdiyan de bînin

Jina Êzidî ya bi navê Mejdolîn Elî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Efrînê koçber bûye diyar kir ku lêkirina dîwar di navbera şengal û Rojava de berdewamiya komploya 2014`an e.

Mejdolîn Elî da zanîn ku ji sala 2014’an ve Êzidî bûne xwedî vînekê bi hêztir û rêvberiya xwe ya xweser û hêzên leşkerî û ewlehî ava kirin.

Êdî doza xwe naskirine û komployan li ser xwe qebûlnakin

Selwa Derwîş: Dixwazin di kesayeta jinê de civaka Êzidî tune bikin

Êzidiya bi navê Selwa Derwîş a ji bajarê Hesekê diyar kir ku di fermana 2014’an de xwestin di kesayeta jinan de civaka êzîdî tune bikin.

Her wiha anî ziman ku êzidiyên Rojava dê hertim li kêleka şêniyên Şengalê bisekin.

Back to top button