Li pêş avahiya NY banga bi dawî kirina tecrîdê hate kirin

Berdevkê Sendîkaya Karkeran a Swîsreyê (UNÎA) Pablo Gûscettî tev li çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ku li ber avahiya NY pêk tê bû.
Pablo zanîn ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku deriyê jiyaneke nû li hemû cîhanê vekiriye, tevî hemû zextan digihîjin gelan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Cenevreyê (CDK-GE) Mehmet Latîf Çelebî balkişand li ser komkujiya şengalê û got:

“Dagirkeriya Tirkiyê ji bo komkujiya Şengalê temam bike, êrişan li ser şengalê didomîne û tecrîda li dijî Rêber APO giran dike, ji bo ku fikrê wî belav nebe.”

Berdevkê Sendîkaya Karkeran a Swîsreyê (ÛNÎA) Pablo Gûscettî jî destnîşan kir ku ew piştevanên gelê kurd in û ev nirxandin kir :

”Kurd tevî zehmetiyên ku pêre rû bi rû ne, li têkoşîna xwe li dijî xerakirina ekolojîk, pêkanîna wekheviya zayendî û têkoşîna demokrasî û wekheviyê dewam dikin.

Tirkiyê bi tecrîdê armanc dike ku Fikrê Abdullah Ocalan asteng bike. Lê negihşt armancê xwe îro ev fikir li hemê dera cîhanê belav dibe.”

Li Ewropayê ciwan ji bo azadiya Rêber Apo daketin qadan

Back to top button