Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şehîdên komkujiya Şengalê bi daxwiyaniyek bi bîr anîn.
Jinan bang li civata navneteweyî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bînin cih.
Bi dehan jin, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk , nivîsgeh û komîteyên jinan tev li daxwiyaniyê bûn.
Endama meclisê, Necah El Hisên daxuyanî xwend û tê de got:
“Bi vê komkujiyê armanc kirin civaka Êzidî qirbikin û dîroka wan tune bikin.
Lê ew bi ser neketin. Tevî zulm û çewisandinê xelkê Şengalê serî hilda.
Civata navneteweyî ku helwesteke şermok nîşan da, ew berpirsê êşa civaka êzidî ye.
Şervanên YPG, YPJ û HPG`ê parastina êzidiyan kir, bi hezaran ji wan rizgar kirin.
Civaka Êzidî wan ji bîr nake ku bûn sembola têkoşîn û berxwedana leheng.”
Di dawiya daxwiyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku berpirsyariyên xwe bînin cih.



