“Heta kujerê Tûrgût neyê girtin wê ev doz bidome”

Piştî wefata Servet Tûrgût li bajarên bakurê kurdistanê bertekên tund li dijî faşîzma AKP’ê derketin. Di peyam û daxuyaniyên ku hatin dayîn de hate gotin,
Heta kujerê Turgut neyê darizandin ev doz wê neyê girtin.

Piştî Servet Tûrgût ê ji helikopterê avêtin û jiyana xwe ji dest da bertek û nerazibûn zêde bûn.

AMED

Piştî Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da, rêxistinên civakî û partiyên siyasî bertek nîşan dan û xwestin hesap ji kujeran bê pirsîn.

Rêxistina HDP’ê ya Amedê daxuyanî da û bertekên xwe anîn ziman.

Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan, anî ziman ku Turgut ne kesê despêkê ye ku jiyana xwe ji dest dide û wiha got:

“Êşkenceya salên 1990’î ku li welatiyan dihat kirin dîsa didome.

Her ku roj derbas dibe îşkenceya li gundiyan tê kirin zêde dibe.

Li dijî gelê Kurd êrîşên faşîzane dikin. Bi van erişan ne dikarin HDP’ê û ne dikarin dostên HDP’ê rawestînin.”

Zeyad Ceylan soza wê yekê da ku heta kujer neyê darizandin ewê dest ji vê dozê bernedin.

ÊLIH

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî bi heman rengî û armancê daxuyanî da.

Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bû.

Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kulplu, sersaxî ji xizmên Tûrgût xwestin û wiha got:

“Ger hûn bixwazin welatekî nas bikin, divê hûn zanibin ku mirovê wî welatî çawa tên kuştin.

Heta niha tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.”

ŞIRNEX

Bertekek din jî ji Şirnexê hat.

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Şirnexê daxuyanî da.

Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Sabahadin Deniz, daxuyanî xwend û êşkence û zilma li welatiyan hatiye kirin bi tundî hat şermezar kirin.

Li paytexta Tirkiyê Enqerê Aktivîstên Karalayê, ji bo Servet Tûrgût, pankarta “Servet Tûrgût dewleta ku ew ji helîkopterê avêt qetil kir” bi pêra 96’an ve daleqandin.

Back to top button