Amerîka: Di danûstandinên li gel Îran de ti gav ne hatin avêtin

Hêviyên Tahran yên vegera li peymana nukleerî ya Îranê têk diçe.

Amerîka ragihand ku li Dohayê di danûstandinên neyekser ên bi Îranê re ti gav nehatiye avêtin.

Civînên danûstandina vegera li peymana nukleerî ya Îranê bê encam bi dawî dibin.

Berdevkekî Wezareta Karê Derve ya DYA’yê got,

“Li Dohayê hevdîtinên neyekser bi dawî bûn.

Em li ber dikevin, ji ber ku Îranê careke din red kir ku bersiveke erênî bide hewldana YE.

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku di danûstandinan de yên li Dohayê ti gav nehatiye avêtin.

Li gorî îdiayên rêveberiya Waşîngtonê, Tahranê mijarên ti têkliya xwe bi peymanê ve neyî xistiye rojevê û wiha got:

Ew ne amade ye ku biryarek bide bê ka dixwazin peymanê karîger bike yan betal bike.

Sefîrê Amerîkî Robert Malley û Gotûbejkerê Îranî Alî Bagerî ji roja 28’ê Hezîranê ve bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa li Dohayê ya paytexta Qeterê dest bi hevdîtinên neyekser kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan doh di serdana xwe ya Tirkmenistanê de li ser vê mijarê wiha gotubû:

“Eger di aliyê Amerîka de daxwazên cidî hebe û rast be di vê qonaxê de lihevkirinek pêkan e.”

Abdullahiyan da zanîn ku di mijara lihevkirinê de cidî ne û bi vê yekê re diyar kir ku ew ji xetên sor ên ku Tehranê di çarçoveya gotûbejan de diyar kiribû wê tawîz nedin.

Danûstandinên navbera Îranê û Almanya di nav de 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlekariya NY (Rusya, DYA, Çîn, Fransa, Îngîltere) Nîsana 2021’an de li Viyanayê dest pê kiribûn.

Danûstandin ji meha , ji meha Adarê ve rawestiyabûn.

Îran û Amerîka ji vê rewşê hevdu tawambar dikin.

Di sala 2018’an de Amerîkayê bi biryara serokê wê demê Donald Trump ve ji peymana nukleerî vekişiya û cardin dest bi pêkanînan kir.

Îranê jî weke bersiv gav bi gav sozên xwe yên peymanê rawestand.

Rêveberiya Jeo Biden a DYA got, eger Îran cardin vegere ser sozên xwe, ew ê li peymanê vegerin.

Îran jî dixwaze ku despêkê cezayên Amerîka li ser welatê wî ferzkirî bên rakirin.

Back to top button