TEV-DEM’ê rojbûna Rêber Apo pîroz kir û diyar kir ku 4ʹê Nîsanê destpêka avabûna mirovên azad e.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), ji rojbûna 74’an a Rêber Apo daxuyaniyek da û rojbûna wî pîroz kir.
TEV-DEM’ê got: ”Rêber Abdullah Ocalan bi avakirina felsefeya jiyana azad girava Îmraliyê kir jêdera afirîneriyê.
Di sedsaliya nûjen de 4’ê Nîsanê ji bo gelên Rojhilata Navîn rojeke ronî û destpêka avabûna mirovên azad e.
4’ê Nîsanê mîlada rizgarkirina civakê ji bermahiyên hezar salan ên zîhniyeta baviksalar a desthilatdar e.”
TEV-DEM’ê anî ziman ku 2 salin ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin û ev jî wan dixe nava fikaran de.
TEV-DEM’ê diyar dikin ku Rêber Apo nûnertiya îradeya gelên berxwedêr û têkoşerên ji bo azadî û demokrasiyê dike.
TEV-DEM’ê bang li tevgerên nîştimanî, hêzên siyasî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo bikevin tevgerê.