“Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê rêya serkeftinê destnîşan kirin”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik li ser Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê gotarek nivîsî.
Cemîl Bayik di gotarê de got:
“14’ê Tîrmehê ispat kir ku di nava şert û mercên herî giran de bi berxwedanê dijmin dikare bê têkbirin.”

Di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin 41 sal derbas bûn..

Di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li Zindana Amedê Rojî ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK’ê ve hate destpêkirin .

Bi şehadeta Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi dawî bû.

Bi wesîleya vê rojê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik gotarek nivîsî.

Cemîl Bayik destpêka gotarê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi bîranî û got:

“Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî zilm, hovîtî û êşkenceyê çalakiyeke gelekî mezin e .

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê yên Mezin rêya serketinê destnîşan kirin.

Di bin hovîtî û êşkenceya giran de mînaka esîl a parastina nirxên mirovahiyê ne.

Ji ber vê taybetmendiya xwe Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e.

Cemîl Bayik: Armanca esasî ya 12’ê Îlonê tepisandina tevgera azadiyê bû

Bayik da zanîn ku berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakiyeke ku li dijî rejîma derbekar a faşîst a 12’ê Îlonê hate kirin û got:

“Rejîma faşîst 12’ê Îlonê bi armanca qirkirina Kurdan pêk anî.

Dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê di 12’ê Îlona 1980’î de darbeya leşkerî kir.

Bi darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re gelek şoreşger dîl hatin girtin.

Rejîma faşîst ji bo otorîte û helwesta xwe nîşan bide bi dehan şoreşger bi darve kir.

Êşkence li girtiyan hate kirin, li gel êşkenceyê xwestin ku poşmaniyê û îtirafkariyê ferz bikin.”

Cemîl Bayik: Berxwedana rojiya mirinê bandoreke kûr li hemû kadroyan kir

Li ser bandora berxwedana 14’ê Tîrmehê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ev di gotarê de got:

“Bandora 14’ê Tîrmehê bû sedem ku li ser pêkhateya partiyê lêpirsîn û biryardariya di xeta têkoşînê de pêş bikeve.

Helbet keda Rêber Apo herî zêde bandor kir.

Li aliyê din, hevrê Xeyrî, Kemal, Akîf û Alî yên di Berxwedana 14’ê Tîrmehê de gihîştin şehadetê,

Ji aliyê piraniya pêkhateyên partiyê ve gelekî baş dihatin naskirin

Hezkirin û di pêşketin û rêxistinbûyîna Tevgerê û mezinkirina têkoşînê de kedeke mezin dan.”

PKK bi boneya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da

Back to top button