Komîteya Koçberan li Qamişloyê şevbuhêrkek li dar xist

Bi diruşma “Vegera ewle armanca me ye” Komîteya Koçberên Serêkaniyê li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo şevbuhêrkeke wêjeyî û hunerî li dar xist. 

Gelek koçberên Serêkaniyê, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê, rewşenbîr, hunermend û nûnerên ji saziyên sivîl û civakî, û hin welatiyên Qamişlo amade bûn.

Di şevbuhêrkê de tabloyên hunerî li ser mîrasa Serêkaniyê hatin pêşandan.

Paşê endamê Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ehmed Cemîl bixêrhatina beşdaran kir û li ser girîngiya vê şevbuhêrkê axivî.

Dûvre sînevîzyonek li ser bedewbûn û mîrasa Serêkaniyê ya beriya dagirkirina wê ji hêla dewleta Tirk ve û piştî dagirkirinê hate pêşandan. Li kêlek wê jî helbestvan Yûsif Berazî helbestek xwend.

Piştre helbest li ser êş û azara koçberên Serê Kaniyê hatin gotin.

Şevbuhêrk bi stranên hunermenda opera Mizgîn Tahir şevbuhêrk bi dawî bû.

Back to top button