Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir ku di meha Adarê de hezar û 482 caran bi balafirên şer û çekên giran, gadên wan hatine bombebarankirin.
Her wiha di 32 çalakiyên xweparastinê yên gerîlayan de jî 6 dagirker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir.
HPG’ê da zanîn ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi êrişan dixwaze li ser desthilatê bimîne û wiha got:
“Rejîma AKP-MHP’ê ku dijminê sondxwarî yê jin, ciwan û gelan bi taybetî Kurdan e, ji bo li ser pêyan bimîne di şer de israr dike.
Êriş, înkarkirin û tinekirina Kurdan, ji bo têgihiştina faşîstiya siyaseta li Tirkiyê, rêya herî hêsan e
Ev siyaset ji bo rejîma AKP-MHP’ê bûye polîtîkayeke mayînde.”
HPG bi bîr xist tevî ku hêzên wan di pozîsyona bêçalakîtiyê de bûn jî, rejîma AKP-MHP’ê êrişên xwe domand û got:
“Bi taybetî li Dêrsîm, Besta, Mêrdîn, Cûdî û Colemêrgê ev êriş pêk hatin.
Di van êrişan de li hin cihan hevalên me şehîd ketin.”
HPG: Qadên Gerîla hezar û 482 caran hat bombebarankirin
Di dewamê de HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk ên di nava meha Adarê de, ev agahî dan:
- 72 Êrişên bi balafirên şer
- 1357 Êrişên bi helîkopter û çekên giran
- 53 Êrişên bi çekên fosfor û bombeyên qedexekirî
72 caran bi balafirên şer, 1357 caran bi helîkopterên şer, obus, hawan, tank û çekên giran hatiye bombekirin.
Çeperên berxwedanê yên gerîla 53 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.”
HPG: Di 32 çalakiyên xweparastinê yên Gerîla de 6 dagirker hatin kuştin
HPG diyar kir hêzên gerîla ji bo parastina xwe bersivên pêwîst dan dagirkeran û got:
- 32 Çalakiyên Gerîla
- 6 Dagirker hatin kuştin
- 1 Kamereya mobese
- 1 Dron
Di encama 32 çalakiyên gerîla de, 6 leşkerên dewleta Tirk a qirker hatin kuştin.
Di heman demê de pergaleke kameraya mobese û dronek jî hatin rûxandin.”