Li paytexta Serhedê Wanê jî amadekariyên Newrozê destpêkir

Bi nêzikbûna cejna vejînê ya Newrozê li bakurê Kurdistanê bernameya çalakiyan hat eşkerekirin. Li Wan û Cizîra Botan amadekariyên Newrozê detspêkirin. Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jî deklarasyona Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” hat eşkerekirin.

Duh li Bakûrê Kurdistan cejna Newroza îsal bi dirûşma ” Dem dema Serkeftin ye” hat pîrozkirin.

Partiyên Tifaqa Kurdistanî duh li Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê newroz li 72 navendên Tirkiye û Bakur were pîrozkirin.

Li Wanê dê pîrozbahiya Newrozê di 20’ê Adarê de li qûntarê Kelha Wanê bê pîrozkirin.

Ji bo pîrozbahiyê amadekariyan dest pê kir.

Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê civînek li dar xist û starta xebatên Newrozê dan.

Piştî civînê li ber avahiya HDP’ê ya Wanê govend hat gerandin.

Li Cizîra botanê starta newrozê hat dayîn: Newroz Cizîr e

Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê, derbarê xebatên pîrozbahiya Newrozê de li avahiya HDP’a Cizîrê daxuyanî da.

Rêveberên Rêxistina HDP’a Cizîrê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi cil û bergên xwe yên netewî tevli daxuyaniyê bûn.

Hevserokê HDP’ê yê Cizîrê Mesut Nart daxuyanî xwend û diyar kir ku wateya Newrozê ji bo gelê Cizîrê girînge û got: “Bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ em îro starta xebatên xwe didin.

Cizîr Newroz e, Newroz jî Cizîr e.

Li gorî layiqbûna Newrozê werin em bi hev re Newrozê pîroz bikin.

Em bang li tevahî gelê xwe dikin ku îsal wek her sal çi bikeve ser milê wan bikin.”

Pişt re Hevseroka Rêxistina HDP’a Cizîrê Zîlan Ecevît naveroka bernameya Newroza Cizîrê eşkere kir.

Li bajarê Stenbolê deklerasyona Newrozê hat eşkere kirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jî bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” Newroz tê lidarxistin.

HDK û pêkhateyên xwe deklarasyona pîrozbahiya Newrozê bi civînek çapemeniyê li Otelek li navçeyaTaksîmê eşkere kirin.

Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û nûnerên partî û rêxistinên pêkhateyên HDK’ê, nûnerên hêzên ked û demokrasiyê beşdarî civînê bûn.

Newroza Stenbolê 20’ê Adarê roja yekşemê li Qada Yenîkapiyê wê were pîrozkirin.

Back to top button