“Me bi beşdariya 50 fermandaran civîna xwe ya salane pêk anî”

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya salane lidar xist.
HPG’ê got, “Pîvana yekane ya serketinê, têkbirina Komploya Navneteweyî û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.” Biryar hat dayîn li ser vê bingehê erkên demê bi cih werin anîn.” 

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê civîna xwe ya salane ya asayî lidar xist.

Fermandariya HPG’ê ragihand wan civîna xwe rojên destpêka biharê bi tevlîbûna 50 fermandaran pêk anîye û 9 rojan dewam kiriye.

Fermandariyê eşkere kir wan him analîza siyasî û leşkerî kir û rewşa heyî ya HPG’ê ya li qadan nirxand û him jî zilm û faşîzma bêsînor a rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û pirsgirêkên têkoşîna taktîkî, polîtîk û îdeolojîk ên hêzên gerîla bi kûrahî nirxandin.

“Em ê bi yekîtiya netewî planên Tirkiyê vala derxînin”

HPG’ê berxwedana gerîla ya Garê, Pêngavên Bazên Zagrosê, Cenga Xabûrê û Egîdên Botanê Girê Mam Reşo, Werxelê bi bîr xist û diyar kir ku gerîla bi pratîka xwe ispat kir dema ku li gor perspektîfa gerîlayê Modernîteya demokratîk tevbigere wê derbên giran li dijmin bixe.

Konseyê diyar kir ku gerîla bi berxwedana xwe ya sala 2021’ê planên dewleta Tirk a mêtinger û qirker pûç kir û hişt ku krîza Tirkiyê ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve kûrtir bibe.

Fermandariyê îşaret bi hewldanên şerê taybet ê dewleta Tirk jî kir, ku bi destê PDK’ê dixwaze di nav hêzên kurdî de şerê navxweyî derxîne û ev got:

“Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re tê zanîn.

Her wiha şehadetên ku ji ber vê hevkariyê çêbûne, weke mijareke herî cidî di civînê de hat nirxandin û hat destnîşankirin ku li dijî vê yekê, yekîtiya neteweyî erkekî lezgîn û girîng e.”

“Em ê sala 2022’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo”

Konseya Fermandariyê ya HPG’ê dawiyê got: ” Ji bo sala 2022’an bibe sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bibe sala serketina gelê me, wê xeta Gerîlayê Modernîteya Demokratîk bi rengekî fedayî erk û wezîfeyên xwe yên demê bi cih bînin.”

Back to top button