Li bajarê Minbicê şehîdên meha Tebaxê û Îlonê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarê wê, ji bo şehîdên meha Tebaxê û Îlonê merasîmeke bîranînê li dar xist.
Merasîm, li Navenda Çand û Hunerê ya navenda bajêr pêk hat.
Bi dehan Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan, beşdar bûn.
Piştî rêzgirtinê, gelek axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn bal kişandin ser fedekariyên şehîdan, soza şopandinê dan û gotin:
Ji bo projeya biratiya gelan, demokrasî û avakirina civakeke wekhev bi hezaran leheng têkoşiyan û şehîd bûn.



