Di ser komkujiya Şaredariya Qamişloyê re 8 sal derbas bûn

Sala 2014’an weke vê rojê, bûyereke biêş li Qamişlo rû da.
2 çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şaredariya Qamişlo kir û komkujiyek pêk anî.
Tê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.
Hevşaredarên wê demê Mûaz Ebdulkerîm û Sema Bekdaş wê rojê bi bîr tînin û tekez dikin ku êrişî vîna wan neşikand, berovajî wê, ew xurtir kirin. 

11’ê Adara 2014’an Qamişlo çavê xwe li ser bûyerekê bi-êş vekir.

Wê rojê 2 çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şaredariya Gel a Qamişlo kir.

Destpêkê gule li xebatkaran reşandin, bombe avêtin odeyan û piştre teqemeniyên bi xwe ve jî teqandin.

li ser vê hevokê wêneyên şehîdan bidin

Di vê komkujiyê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn.

Ji bilî wan gelek xebatkar birîndar jî bûn û ji wan hevşaredarê wê demê Mûaz Ebdulkerîm bû.

Mûaz niha endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ye, wê rojê wiha bi bîr tîne.

Hevşaredara wê demê Sema Begdaş jî ku wê rojê li şaredariyê bû anî ziman armanca êrişê têkbirina destkeftiyên gel bû.

Sema Begdaş piştrast kir ku êrişê îradeya wan neşikand, berevajî wê, wan xebatên xwe zêdetir kirin.

Back to top button