Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kobanê qutkirina ava Firat şermezar kir

Bertekên li dijî kêmkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker de her diçe zêde dibe.
Partiya Sûriyê a Pêşerojê şaxê Kobanê ev yek şermezar kir û bang li civaka navnetewî kirin ku bi erka xwe rabe.

Ji ber kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi dehan endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê îro li kantona Kobanê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk bi van kiryarên xwe, li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dimeşîne.

Di daxuyaniyê de bang li Civaka Navnetewî hate kirin ku di vê mijarê de bi erkên xwe yên mirovî rabin.

Back to top button